Muxalifên li dijî rejima Esed ji bo ku bajarê Helebê bi destbixin bi hêzeki ji 20 hezar kesî pêk tê ve operasyon dan destpêkirin. Pevçûn li bajêr 2 eneyan devam dikin û hêzên rejimê jî ji hevayê muxalifan bombebaran dike.
Muxalifên ku dixwezin navenda bajêr bi temamî kontrol bikin bi mehan amadekariya operasyonê kirin û di 2yê tîrmehê de tevî hêzeke biqasî 20 hezar kesî ve dest bi êrîşê kirin.
Hatibû ragihandin ku ewil li cihên stratejîk ên leşkerî ên li bakûrê navenda bajêr Leyramûn, Eşrefiye, Cemiyetu'z-Zehra, Xalidiye û Raşidînê şer dest pê kir û di encamê de tevî gelek noqteyên kontrola leşkerî yên li taxa Cemiyetu'z-Zehrayê Navenda Lêkolînên Zanistî ya li taxa Heleba Nû ketin destê muxalifan.
Dîsa hatibû destnîşankirin ku Yekîneya Mucahîdîn a girêdayî navenda Operasyona Fetha Helebê duhê bi fuze û topên hewanê ve êrîş birin ser Akademiya Leşkerî û di encamê de di hundurê akademiyê de şewat derket û gelek leşkerên rejîmê û wesayît şewitîn.