Li wilayeta Faryaba bakurê welêt, di navbera milîtanên Taliban û hêzên ewlehiyê de şer derket û di şer de 18 kes mirin.
Ji berdevkên 209emîn Fermandariya Teyrêbaz a bakurê welêt Mihemed Reza Reza daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku hêzên ewlehiyê çend roj e li navçeyên Faryab, Kaysar û Almarê di heman demê de operasyonê dikin.
Di şerên navçeyan de 14 milîtan, 3 sivîl û polêsek mir. Her wiha di bûyeran de 8 milîtan û 3 polês jî birîndar bûn.
Rezan got ku ji milîtanên mirî dudu jê welatiyên Ozbekistanê bûn. Her wiha şerê li Kaysarê didome. Di operasyonan de 10 motorsiklet, gelek çek û cebilxane hat bidestxistin.
Berdevkê Taliban Qarî Yûsif Ehmedî jî der barê operasyonan de îdia kir ku di şer de 17 polês mirin, 27 polês jî birîndar bûn.