Li Basêya navçeya Şernaxê ji ber şewitandina firoyê pevçûn çêbû û di şer de yek jê çawişê pispor bi tevahî 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan li gundê Çobankazani di navbera du malbatan de ji ber şewitandina firoyê nîqaş çêbû.
Piştî demekê nîqaş zêde bûn û malbatan bi kevir û daran êrîşê hev du kir. Li ser vê ekîbên cendirmeyê hatin cihê bûyerê.
Di pevçûnê de ji heman malbatê Resûl (60), Mehmet Şerîf (22), Adem (19) û Besna Kaya (19) birîndar bûn. Herwiha hat ragihandin ku dema ku çawişek pispor midaxaleyî bûyerê kir kevir li piyê wî ket û birînar bû.
Birîndar şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û 2 kes jî hatin binçavkirin.