Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Gel û welatên li Rojhilata Navîn dê an bi serokên otokratîk an jî bi terorîstan re berdewam bikin. Ev her du vebijêrk tehdîdeke gelekî mezin e. Em divê demildest alternatîfeke sêyemîn derxînin holê û wê xurt bikin. Wekî pergalên demokratîk, birêvebirî."
Davutoglu di civîna li Wilton Parkê de axivî û li herêmê rola Tirkiyeyê ya etîk û stratejîk da zanîn û got ku cîhan ev 25 sal in bi dijwariya 4 guherînên bingehîn re rû bi rû ma, piştî şerê sar "erdheja" ewil di maweya derbasbûna jepolotîk de çêbû.
Davutoglu got dawiya şerê sar û hilweşîna Yekîtiya Sowyetê ji Asyaya navîn heta Balqanan, ji Ewropaya navîn heta Qefqasan, ji Behra Reş heta Behra Hazarê bandorê erdnîgariyeke berfireh kir û wiha axivî: "Tirkiye jî di nav herêma ku gelekî di bin bandora wan bûyeran da maye ye."
Davutoglu diyar kir ku Tirkiye di vê heyamê de hin berpirsyariyên etîk re rû bi rû ma û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li Bosna Hersekê di çarçoveya qetlîama Srebrenîtsayê û di rewşa berdest de em bi berbirsyariyên bi vî awayî yên etîk re rû bi rû ne."
- "Têgeha qedera hevpar a hemû civakan girîng e"
Davutoglu got ku berpirsyariyên civaka cîhanî, yên entellektuelan, ên siyasetmedaran, serokên leşkerî û her kesî hene û di vê wateyê de girîngiya têgeha "qedera hevpar a hemû civakan" destnîşan kir.
Davutoglu diyar kir ku heke li ser Tirkiyeyê an jî Îngilistanê tehdîdek hebe, ev tenê tehdîdeke neteweyî nîne, ji bo hemû pergala cîhanî û civaka cîhanî tehdîdek e. Davutoglu got ku dikarin di vê çarçoveyê de pirsgirêkeke aboriyê yan jî pirsgirêkeke birêvebiriyê yê ku tê de mirov tunin jî di heman demê de wek pirsgirêkeke hevpar bibînin." û wiha axivî:
"Hin kes dibêjin ku 'Ev tenê qedera misilmanan, xaçparêzan an jî ya cihûyan e.' Hin kes hene ku vê tenê wek qedera Îsraîlê, ya Çînê ya Yekîtiya Ewropayê an jî welatekî din dibînin hene. Bi tu awayî nikarin wekî pirsgirêkên navneteweyî li ser pevçûn û pirsgirêkan bisekinin. Em an dê di nav aştiyê de hemû bi hev re bijîn an jî dê ji bo me hemûyan xetereyên zêdetir derkevin. Ev helwesteke etîk e, em hemû divê bi vî awayî nêzî vê bibin û bi vî awayî bersiva pirsgirêkan bidin."