Serokwezîr Ahmet Davutoglu di merasîma vekirinê ya Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Îzmirê de wiha got, "Biryarên ku wê di vê avahiyê de bên stendin bila Xwedê ji bo Îzmira me, ji bo welatê me bixêr bike, bila me ji şaşitî û xeletiyan rizgar bike."
Serokwezîr Davutoglu ji otêla ku lê dima bi otobêsa Serokwezîrtiyê veqetiya. Davutoglu destê xwe ji kesên ku slav danê re li ba kir û car caran jî otobês da sekinandin û bi welatiyan re sohbet kir, pêlîstok û çîçik diyariyê zarokan kir.
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê Veysel Eroglu, Waliyê Îzmirê Mustafa Toprak, Serokê Şaredariya Gewre ya Îzmirê Azîz Kocaoglu û rayedarên din li ber Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Îzmirê ya li Konakê Serokwezîr Ahmet Davutoglu pêşewazî kirin.
Merasîma li vir bi xwendina Srûda Îstiqlalê û bi berzkirina alaya Tirkiyeyê ya bi destê polêsan ve dest pê kir. Davutoglu di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew şahidiya demeke dîrokî dikin.
Davutoglu Îzmir wekî bajarê asoya gel pênase kir û wiha xeberda: "Dema ku bavûkalên me di serkêşiya Çakabey de ji Asyayê ber bi Anadoluyê, ji Anadoluyê ber bi Îzmirê meşiyan, Îzmir ber bi Behra Spî ve wekî serê mehînekî kirin mekanê temsîl ê miletê me.
Dû re Davutoglu tevî kesên bi pê re kapê amadekirî kaş kirin û Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Îzmirê vekirin.