Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di çarçoveya kampanyaya hilbijartina 7ê hezîranê ya partiya xwe de beşdarî mitînga ku li Qada Bajêr a Sîvasê hat lidarxistin bû û wir axivî.
Davutoglu hilbijartinên giştî yên 7ê hezîranê bi bîr xist û got "Serokên hin partiyên siyasî dê neçin Rojhilat û Başûrê Rojhilatê, dê nekarin biçin. Ji ber ku wir hilbijêrên wan tunin, dê nekarin xitab bikin. Serokên hin partiyên siyasî jixwe nikarin li Anadoluya Navîn civîneke wiha bikin ew qas hêza wan tune. Hin ji wan dê nekarin biçin Behra Reş, nekarin biçin rojavayê. Tekane partiya ku dikare biçe çar aliyê Tirkiyeyê AK Partî ye."
-"Gelo dê bikaribin Tirkiyeyê bidin rawestandin"
Davutoglu diyar kir ku dê firsendê nedin wan kesên ku hewl didin beriya AK Partiyê bigirin û wiha axivî: "Lê binêrin hemû hatin bal hev û bûn yek. Me duh li Çanakkaleyê lûtkeya aştiyê li dar xist lê wan li hin paytextên diyar hewl dan ku li dijî Tirkiyeyê kumpasê bikin, dafikên mezin danin lê ew gel nas nakin. Dema ku Kongreya Sîvasê civiya jî kemîn vedabûn."
Davutoglu got "Gelo sîvasiyan destûr dan wê, gel hûn dê niha destûrê bidin wan kesên ku kemînên mezin vedidin, gelo dê bikarin Tirkiyeyê bidin rawestandin, beriya AK Partiyê bigirin?" li ser vê yekê ji qadê dengê "Na" bilind bû.
Davutoglu diyar kir ku îdiaya wan Tirkiyeya mezin e û wiha axivî: "Lê binêrin, em li her derê dibêjin, partiyên din nikarin biçin bajarên diyar, me diçin her bajarê. Ji ber ku ji bo em her der Tirkiye ye, li Somaliyê em hene, li Myanmarê em hene, li Saraybosnayê em hene, li Asyaya Navîn, Semerkantê, Bûharayê em hene, li Qafqasyayê, Rojhilata Navîn em hene ji ber ku ji bo me her der Tirkiye ye. Em ji bo ku her derê ji xwe re bikin Tirkiye derketin rê."
-"Ya esas ew e ku îradeya neteweyî bibe serdest"
Davutoglu diyar kir ku hin kes ji bo ku beriya wan bigirin derketin rê lê bi ser neketin û wiha axivî: "Ji ber ku di hişê me de, di mejiyê me de biryara kongreya Sîvasê cî girtiye. Em dibêjin 'Ya esas ew e ku îradeya neteweyî bibe serdest'."
-"Ev destûrê nade tu kesî ku Diyanetê bigire"
Davutoglu der barê HDPyê de jî ev gotin:
"Niha ev Demirtaş, ew jî çeteyeke din e. HDP çeteya şîdetê, çeteya terorê ye. Dê ji aliyekî ve li Agiriyê terorîstan ji çiyê bînin û tehdeyê li gelê me bikin, ji aliyê din ve dê li Stenbolê, Sîvasê li birayên me yên elewî û kurd xwedî derkevin, bibêjin azadî û gel. Ey Demirtaş, li Anadoluyê gelekî gel dijîn lê ne gel, tenê neteweyek heye. Dibêje ku 'Heke em bên îqtidarê em dê Diyanetê bigirin.' Yek tu nikarî bibî îqtidar. Ya duyan jixwe tu nikarî ji bendê derbas bibî. Sê, ev gel ne bi te ne jî bi hêzeke din Diyanetê nade girtin. Em dê Diyanetê jî nirxên manewî yên gel jî biparêzin. Sunî, elewî, tirk û kurd hemû welatiyên me dê bi rûmeta xwe bijîn."