Hat îdiakirin ku ji Serokên berê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jîmmy Carter ji bo ku dawî li parçebûna Filîstînê bîne bi piştgiriya Erebistana Siûdî di navbera tevgerên Hamas û Fetîhê de xebatên navbeynkariyê dike.
Rayedarekî filîstînî yê naxwaze ku navê wî bê eşkerekirin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got Carter bi rayedarên Erebistana Siûdî yên giregir re hat bal hev, ji vê welatê xwest ku ji bo lihevkirina Filîstînê mudaxil bibin û birêvebiriya Riyadê jî ev daxwaz erênî dît.
Rayedarê filîstînî da zanîn ku rayedarên erebistan siûdiyê gotin ji bo ku "2yemîn lihevkirina Mekkeyê" bê pêkanîn, amade ye ku di navbera tevgerên Fetîh û Hamasê de navbeynkariyê bikin. Rayedarê filîstînî got siûdî beriya ku dest bi xebatên navbeynkariyê bikin ji tevgerên Fetîh û Hamasê xwest temînatê bidin ku di mijara lihevkirinê de cidî ne.
-"Carter li Qatarê bi Meşal re hevdîtin kir"
Rayedar da zanîn Carter jî ji bo şertên lihevkirineke muxtemel "Ji tevgera Hamasê temînata nivîskî" xwest. Rayedar îdia kir Serokê berê yê DYAyê di ziyareta herî dawîn a Dohaya paytextê Qatarê de bi Şefê Buroya Siyasî ya Hamasê Xalid Meşal re hat bal hev û ji wî di mijara pêkanîna vê lihevkirinê de "temînat sitand."
Rayedarê navborî her wiha got ku Carter pênçşema bê ji bo ku bi birêvebirin Hamasê re hevdîtinê bike dê Şerîda Xezeyê ziyaret bike û der barê mijarê de hevdîtina bike.
Erebistana Siûdî û Serokê berê yê DYAyê Carter hêj der barê mijarê de tu daxuyanî nedan.
Rojnameyya Yedîot Axaronotê ya Îsraîlê jî idia kiribû ku dê Carte bi Seorkwezîrê berê yê Norweçê Gro Brundtland re jib o ziyareteke 3 rojî biçe Xezeyê.