Hat ragihandin ku Îsraîlê ji meha hezîranê û heta niha ji Qudsê hezar û 300 filistînî binçav kir.
Parêzerê Cemiyeta Hêsîrên Filistînê Mufîd el-Hac daxuyaniya nivîskî da û got ku Îsraîlê ji meha hezîranê û heta niha hezar û 300 filistînî binçav kir ku 40 kes ji wan zarok in.
Hac got ku binçavkirin bi taybetî piştî ku ciwanê bi navê Muhammed Ebu Hudayr, bi destê şêniyên cihû ve hat kuştin û pê ve zêde bûn û wiha dewam kir: "Îsraîl ji malbatên zarok û ciwanên ku binçav dike, dora 800 û hezar 600 dolarê Amerîkayê pere distîne û paşê wan serbest berdide."
Hac destnîşan kir, Îsraîlê ji 22yê cotmehê û vir ve 250 kesî jortir binçav kir û kesên ku reşîd nebûne jî di malê de hepis dike û ji malê dide dûrxistin.
Ev çend roj in ji ber êrîşa ku leşkerên Îsraîlê bir ser Mescida Eqsayê, di taxên Qudsê de di navbera polêsê Îsraîlê û ciwanên filistînî de her tim rageşî dertên.