Filistînî li bajarê Ramê ji bo ku dîwarê veqetînê protesto bikin, balon firandin esmanan.
Konseya Bilind a Ciwanî û Sporê ya Filistînê û saziyên herêmî çalakiya bi navê "Alaya xwe ba bike, ev welatê te ye" li dar xist û filistînî ji navenda bajarê Ramê heta dîwarê veqetînê meşiyan û dema ku hatin ber dîwêr balonên di destê xwe da berdan û bi sedan balon firîn esîmana.
Sekreterê Giştî yê Meclisa Neteweyî ya Ciwanî û Sporê Mahîr el-Cemel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Me ev çalakî nêzî Qudsê li dar xist û peyam ji Îsrailê ra şand ku filistînî dixwazin li welatê xwe di nav aştî û ewlehiyê da bijîn."
Cemel destnîşan kir ku ew dixwazin bi nasnameya xwe bijîn û wiha dewam kir: "Ev çalakî di heman demê da peyama xwedîlederketina mafê me û paytextê me yê Qudsê ye."
Rêvebiriya Îsrailê di sala 2000an da piştî "Întifadaya Eqsayê" ji bo Şerîaya Rojava û "sînorê Îsrailê" ji hev biqetîne, di sala 2002yan da dest bi avakirina "Dîwarê Veqetînê" kir û bajar ji hev qetandibûn.