Li Iraqê bi hezaran malbatên ku ji Ramadiya navenda wilayeta Enbara ku DAEŞê bi dest xist, "ji mirinê direvin" xwe dispêrin paytext Bexdayê. Ji ber zêde hatina penaberan li ser Pireya Bizebizê ya ser robarê Firatê ya ku 40 kîlometro dikeve başûrê Bexdayê xiringêle çêdibe. Kesên ku xwe digihînin pireyê axê maç dikin û dia dikin.
DAEŞê di 17ê gulanê de temamiya Ramadiyê bi dest xist û pişt re gelê herêmê mecbûr ma ku malên xwe biterikînin. Malbatên ku bi dehan kîlometro hatin Pireya Bizebizê ya ku Enbarê Bexdayê ve girê dide, vir ji kontrola ewlehiyê derbas dibin.
- Rêwîtiya bi êş û azar a bi saetan
Penaber di bin germahiya zêde ya çola Enbarê de digihêjin pireya ku wê wekî "sipartgeha ewledar" dibînin. Bêhaliya zarok û kal û pîrên di nav penaberan de balê dikşîne. Leşkerên ku pêşwaziya penaberan dikin, pêşiyê arîkariya zarok û kal û pîran dikin. Jin, zarok, kal û pîr û astengdar ji bo ku nebin hedefa guleyên pevçûnên di navbera DAEŞ û hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Heşdî Şabiya (Komên Gel) ku ji milîsên şiî pêk tê de, direvin û jimara zêdebûna van balê dikşîne. Jinên ku zarok û eşyayên xwe didin pişta xwe dema xwe digihînin pireyê digirîn.
- Ji bo derbasbûnê kefîl tê xwestin
Malbat her çiqas bikarin ji Enbarê birevin jî ji bo ku bikarin derbasî Bexdayê bin, bi saetan li bendê dimînin. Hêzên ewlehiyê tenê destûrê didin malbatên ku li Bexdayê kefîlên wan hene. Penaberên ku pireyê derbas dibin axê maç dikin û hin malbat jî heta ku muameleyên wan biqedin neçar bi saetan li bendê dimînin.
Rayedarekî leşkerî yê ku naxwaze navê wî bê eşkerekirin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ev çend roj in bi hezaran malbat ji Enbara herêma pevçûnê direvin û xwe dispêrin Bexdayê. Rayedarê leşkerî got "Em ji malbatên dixwazin ku derbasî Bexdayê bin û vir rûnin kefîl dixwazin. Em kesên ku ji bajêr kefîlê wan hene dihilînin Bexdayê. Em ji kesên dixwazin ku biçin bajêr û herêmên dervayî Bexdayê kefîlan naxwazin."
- Serpêhatiyên xwe qise kirin
Hatîce Mecîda enbarî îdia kir ku bû şahidê "qetlîamên hov" ên milîtanên DAEŞê û wiha axivî:
"Min bûyerên serjêkirin, destdirêjiya jinan, mal şewitandin û talankirinê di wan de dît. Polês û endamên artêşê darve dikin. Me nekarî em li hember vê hovîtiyê li ber xwe bidin û me bêyî ku em qûrîşek pere û eşyayekî bi xwe re bînin, hewl da ku canê xwe xilas bikin. Em şûna ku divê bi nefta xwe serbilind bibin nikarin serê xwe ji qetlîaman rakin."
Sûra Kerîmê jî îdia kir ku milîtanên DAEŞê li ber çavê wê bav û birayên wê gulebaran kirin û got "Min diya xwe ya pîr û zarokên xwe hilgirtin û reviyam. Dê gora miriyên me jî tunebe."
Li Ramadiyê gelê sunî dijî û ji 2013an heta niha wir pevçûn hebûn. Piştî ku artêşa Iraqê ji Ramadiyê paş vekişiya herêm bi temamî ket bin kontrola DAEŞê. Tê diyarkirin dema ku leşkerên Iraqê paş vekişiyan li pey xwe bi sedan wesayîtên leşkerî û çekên giran hiştin. Rewşa mirovahiyê ya Ramadiyê jî her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber pevçûnan nikarin arîkariyê bigihînin gelê herêmê.
Ji aliyê din ve artêşa Iraqê bi piştgiriya milîsên şiî amadehiyê dike ku operasyoneke mezin bibe ser Ramadiyê. Welatiyên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de dê ji hewayê piştgiriyê bidin operasyonê. Tê îdiakirin ku dê Îran jî ji bejahiyê arîkariya artêşa Iraqê bike.