Qaymeqamê Hadîseyê Evdilhekîm Mihemmed di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku pevçûnan qedera 5 saetan dewam kir. Mihemmed destnîşan kir ku di pevçûnan de 20 milîtanên DÎŞIyê û 8 leşker mirin û 32 peywirdarên asayîşê jî birîndar bûn û piştî pevçûnên dijwar ên ku artêşa Iraqê bi frokeyên şer teqwiye dikir, DÎŞI mecbûr ma ku vekişe.
Ji hêla din ve, çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku di bombebarandina firokeyên şer a Felûceyê de 7 kes mirin û 8 mal jî hilweşiyan.
- Li bajarokê ed-Dûlûiyeyê pevçûn
Li ed-Dûlûiyeya bajarokekê Iraqê jî di navbera milîtanên rêxistina terorê ya DÎŞIyê û hêzên asayîşê de pevçûn derket û di pevçûnan de 6 milîtanên DÎŞIyê û 2 endamên eşîran mirin.