TEHRAN
Ji parlementoya Îranê 210 parlementer di belavoka xwe ya hevpar de "cinayetên wehşiyane" yên ku Îsraîl li dijî Xazeyê pêk tîne, şermezar kirin û bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) kirin da ku ew bi lez û bez Îsraîlê bidin sekinandin.
Di belavoka ku li rûniştina vekirî ya parlementoyê hat xwendin de wiha hat gotin: "Rejîma siyonîst a bêmerhemet (Îsraîl) di vê meha mibarek a remezanê de bêyî ku jin û zarokan jê biqetîne, gelê Xazeyê yê mezlûm bi awayekî wehşî qetl dike. Ji aliyekî piştgiriya DYA û hevkarên xwe yên Rojavayî distîne û ji aliyekî jî welatên misilman vê bûyera dilsoj paşguh dikin. Ev jî careke din dîroka xembar û xwîndar a xaka mezlûm a Filistînê dide nîşanê me."