Stephen O'Brîenê Koordînatorê Rewşa Acil yê Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê êrîşa ser cihê bazarê de got ku aliyên ku şer dikin, giringiyê nadin jiyana sivîlên ku şer de dimrin û bêxem tevdigerin, em ji ber vê tevgera wan bi endîşe ne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Koordînasyonê ya Karên Însanî ya NYî (OCHA) de hat destnîşankirin ku O'Brîen 3 rojin ku li Sûriyê ser bandora şer lêkolîn kirin.
O'Brîen got ku ew ji ber şerê ku li Dûmayê dest pê kir û her diçe gurtir dibe û berdewam dike, gelek mirovên sivîl mirin û wiha axivî: "Aliyên ku şer dikin tu qîmetê nadin jiyana sivîlên li herêmê dimînin, ez li hemberî vê rewşa wan di dehşetê de me. Êrîşên dijî sivîlan dereqanûn in, nayên qebûl kirin û divê tavhal bên rawestandin."
O'Brîenê ku Şam û Xûmûsê ziyaret kir, rewşa herêmê wiha nirxand: "Li Xûmûsê, min halê însanan ji nêz ve dît. Rewşa ku tê de ne baş nîne. Li bajarê kevnare yê Xûmûsê hemû xanî û avahî wêran bûne. Di wan xaniyên ku paceyên wan şikiyane, dîwarên wan hilweşiyane de hê jî însan dimînin. Ez zanim ku jiyana wan însanên li wir dimînin jî wisa ji hev du perçe bûye."
-Li Şam û Helebê av tune
O'Brîen bal kişand ser rewşa Heleb û Şamê jî, got ku li herêmê av tune û wiha dewam kir: "Li Şamê komên çekdar av birî, ev 3 rojin ku ava vexwarinê nadin 5 milyon însanî. Îsal bû cara duyem ku wiha ava herêmê dibirin. Li Helebê jî ev 17 rojin ku avê nadin niştecihên herêmê. Hêvî dikim ku di demeke kurt de, ev pirsgirêk bê çareserkirin û em ji bo malbatên sûriyeyî bibin hêvîyeke."
Li Dûmaya navçeya Şama paytexta Sûriyeyê, balafirên şer ên artêşa Sûriyê, duh êrîşên hewayî biribûn ser cihê bazarê. Hat ragihandin ku di encama êrîşan de, li herêma di kontrola mixalifan de hejmara miriyan derket 100î û nêzî 500 kesî jî birîndar bûn.