Serokomarê Yemenê Abdûrabbû Mansûr Hadî ji Konseya Ewlehiyê ya NYyê (KENY) re name şand û di nameya xwe de ji ber êrîşên Tevgera Ensarûlahê (Hûsî) daxwaza "alîkariya bilez" kir.
Di nameya ku ji aliyê Serokomar Hadî ve ji endamên KENYyê re hat şandin de wiha hat gotin: "Êrîşa ku roja şemiyê li Adenê qewimî, êrîşeke dujminane ye ku pêşiyê li dijî gelê Yemenê û meşrûiyeta destûrê û herwisa li dijî deshelatî, ewlehî û îstiqrara welat pêk hat. Ji ber vê çendê ez li hemberê vê êrîşa ku qesdê meşrûiyetê dike daxwaza alîkariya bilez dikim."
Xeynê vê di nameyê de bal hat kişandin ku êrîşên Hûsiyan ên li dijî Yemenê gefan li aşitiya herêmê û ya navneteweyî jî dixwe û wiha hat domandin: "Ez ji hemû endamên KENYyê dixwazim ku bira meşrûiyeta destûrê û hewla Tengavê biparêzin."
Serokatiya KENYyê li ser banga Serokomarê Yemenê Abdûrabbû Mansûr Hadî û daxwaza fermî ya Ûrdunê biryar standibû ku îro di saet 15.00an (TSÎ: 21.00) de bicive.
Li bajarê Adenê di 19ê adarê roja pêncşemê de pevçûn derketibû û di encamê de 13 miribû û bi dehan jî birîndar bibûn. Di heman rojê de êrîşa hewayê jî biribûn ser avahiya fermî ya Serokomar Hadî.
Li Yemena ku ev demeke dirêj e qeyrana siyasî didome, piştî ku hikûmet û Serokomar Hadî di meha rêbendanê de îstifaya xwe ragihandin, Hûsiyan jî di 6ê sibatê de meclis fesx kir. Midaxeleya Hûsiyan a çekdar ji aliyê derdorên siyasî yên welat ve wekî "derbe" hatibû pênasekirin.
Li dû rûdanên navborî gelek welatan fealiyetên xwe yên balyozxaneyê yên li Sanayê rawestandibûn.