Hat ragihandin ku Hamasê plana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku dixwest ji bo ku Xezze ji nû ve bê avakirin melzemeyên înşaetê bê Xezzeyê qebûl nekir.
Berdevkê Hamasê Ebû Merzûk li ser Facebookê daxuyand ku Hamasê plana NYyê ya ku dixwaze ji bo ku Xezze ji nû ve bê avakirin melzemeyên înşaetê bê Xezzeyê qebûl nekir.
Merzûk li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got: "Koordînatorê Taybet yê Pêvajoya Aştiyê ya Rojhilata Navîn a NYyê Robert Serry plan pêşkeşî me nekir. Rêvebirên Hamasê bi fermî ev plan pesend nekirin. Ji bo ku em li ser planê hin verastkirinan bikin, em ê bi hemû hêzên siyasî û civakî yên li Xezzeyê re xebatan bikin."