Abdullah Tel
13 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
LONDON
Wezîrê Dewletê yê Bepirsê Asya û Pasîfîkê yê Îngiltereyê Mark Fîeld got, "Rapora mîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) binpêkirinên li Myanmarê û êş û kesera ku gelek kes li wê derê dikişînin radixe pêş çavan û piştrast dike ku artêşa Myanmarê berpirsê sepana bûyerên tundiyê yên li Arakanê ye."
Fîeld der barê rapora Mîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Myanmarê ya Navneteweyî ya tê da qala tundiyên li Myanmarê ku dijî Misilmanan tên kirin da axivî û daxuyanî da.
Di axaftina xwe da Fîeld destnîşan kir ku daneyên di raporê da bûyerên sosret ên li herêmê diqewimin radixe pêş çavan û girîngiya destpêkirina jêpirsîneke zelal û eşkere nîşan dide.
Wezîrê Dewletê yê Bepirsê Asya û Pasîfîkê yê Îngiltereyê Fîeld axaftina xwe ya der barê raporê da wiha domand: "Rapora mîsyona Neteweyên Yekbûyî binpêkirinên li Myanmarê û êş û kesera ku gelek kes li wê derê dikişînin radixe pêş çavan û piştrast dike ku artêşa Myanmarê berpirsê sepandina bûyerên tundiyê yên li Arakanê ye. Ez bangî rayedarên Myanmarê dikim ku bila dev ji wê biryara xwe ya nelihevkirinê berdin û bi lez û bez ji bo mîsayonê derî vekin. Ji bo kifşkirina berpirsên van bûyerên sosret bila der barê wan îdiayan da jêpirsîneke bibawer û serbixwe bê kirin û pêvajoya darazê ya ku kesên berpirsê van binpêkirinê ne jî tê da hesab bidin bê avakirin."