2017 ж. 05 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 05 сәуір
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Amerîka, Îngiltere û Fransayê ji bo şermezarkirina êrîşa çeka kîmyewî ya ku rejima Esed li Îdlibê kir û ji bo ku berpirsiyar werin dîtin pêşnûmaya biryarê ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) amade kir û li endaman belav kir ku lêpirsîn were vekirin.
Piştî ku êrîş hat bihîstin KENY bi daxwaza Îngiltere û Fransayê ji bo ku li ser mijarê bisekinin biryar dabû ku bi saeta Tirkiyeyê di 17.00î da bicive.
Beriya civînê Nûnertiya Daîmî ya NYê ya Amerîkayê daxuyanî da û ragihand ku Amerîka, Fransa û Îngiltereyê pêşnûmaya biryarê ya hevpar amade kir û li hemû endaman bela kir.
Di daxuyaniyê da nehat gotin ku wê di civîna îro da ji bo pêşnûmayê dengdayîn were kirin an neyê kirin.
Bi hinceta ku çeka kîmyewî bi kar anî, hatibû xwestin ku rejima Esed were tengavkirin û ji bo vê jî di meha sibatê da ji Konseyê ra pêşnûmayeke wek ya navborî hatibû pêşkêşkirin, lê Rûsya û Çînê pêşnûma veto kiribû.
Di pêşnûmaya ku nû hat belakirin da di serî da êrîşa Îdlibê û êrîşên çeka kîmyewî yên ku li Sûriyeyê tên kirin, tê şermezarkirin.
Di pêşnûmayê da tê xwestin ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û mîsyona lêpirsînê ya hevpar ya NYê (JIM) li ser vê êrîşê lêpirsînê bike.
Ji bo ku pêşnûmayek di KENYê da were qebûlkirin, ji 15 endaman herî kêm divê 9 endam erê bike û divê ji endamên daîmî Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngiltere û Fransayê tu kes veto neke.
Di mijara qebûlkirin an jî qebûlnekirina pêşnûmayê da helwesta Rûsyayê wê kifş bike, lewra Rûsyayê beriya niha 7 pêşnûmayên li ser Sûriyeyê veto kiribû.