Li Fransayê di tûra ewil a hilbijartinên herêmî yên ku Meclisa Giştî ya Bajêr kifş dike de rastgira navendî ya di serkêşiya Yekîtiya Tevgera Gel (UMP) ku partiya Sarkozy ye bi ser ket.
Li gorî encamên pêşiyê yên ne fermî rastgira navendî ya ku ji UMP, Demokrat, Yekîtiya Azadan (UDI) û Tevgera Demokrat (MODEM) pêk tê ji sedî 31 deng, Eniya Milî (FN) ya rastgirên tund ji sedî 24 deng, Partiya Sosyalîst (PS) a desthelat jî tenê ji sedî 20 deng stendin.
Hê jî li hin bajarên mezin deng tên jimartin û di navberê de serketiyê ne fermî yê hilbijartinê serokê UMPyê Sarkozy, Seroka FNyê Marîne Le Penê û Serokwezîr Manule Valls der heqê encaman de daxuyanî dan.
Serokomarê berê Sarkozy diyar kir ku li gelek herêman hilbijêran dengên xwe dan rastgira navendî û wiha got: "Li Fransayê guhertinê dest pê kir û wê nesekine."
Le Penê jî destnîşan kir ku wan serkeftineke berbiçav bi dest xist û wiha diyar kir: "Ez bangî hikûmet û Serokwezîr Vallsê ku di hilbijatinê de têk çûn dikim ku îstifa bikin."
Serokwezîr Manûel Valls jî bangî hilbijêrên çepgir kir ku bibin yekdeng û xwest ku di tûra duyemîn de dengê xwe nedin rastgirên tund.
Li Fransayê tûra duyemîn a hilbijartinên herêmî dê yekşema hefteya bê were kirin.