Li gor agahiyên ku hatin hildan, pêşmergeyan bi qasî çend saetan destûr da şêniyên gundê Saîd, Xalid û el Vahdeyê ku herin gundên xwe, mal û eşyayên xwe yên biqîmet hildin. Şêniyên ereb piştî vê vegeriyan kampên ku lê dijîn.
Ji fermandarên pêşmergeyan ên li herêmê Abdullah Muhammet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku berê şêniyên gund, gund valakiribûn û wiha dewam kir: "Şêniyên van gundan bi DAEŞê re nebûn yek. Em giringiyê didin vê helwesta wan. Me destûr da şêniyên gund, da ku vegerin malên xwe, eşyayên xwe yên biqîmet ji malên xwe derxin. Em ê herêmê ji mayinan paqij bikin û pişt re destûr bidin ku gundî vegerin malên xwe."
Vaîd Medlûyê ji gundê Xalidê got ku me xaniyê xwe dît û em kêfxweş bûn û wiha axivî: "Min ji malê eşyayên xwe yên ku dê li kampê ji min re lazim bin anîn. Li kampê jiyan zehmet e. Em li benda roja vegerê ne."
Hêzên pêşmergeya di 16ê adarê de li herêmê operasyonên dorfireh li dar xistibûn û 3 gund rizgar kiribûn.