PARÎS
Hat ragihandin ku balafira tîpa "Aîrbus A320" a şirketa rêhewayên GermanWings ya aîdê Lûfthansaya şirketa rêhewayên Almanyayê ya ku ji Barselonayê ber bi Dusseldorfê ve diçû, li başûrê Fransayê ket.
Lijneya Hewayî ya Sivîl a Fransayê ragihand ku balafira ku ji Barselonayê ber bi Dusseldorfê ve diçû, li herêma Barcelonetteyê ket.
Hat diyarkirin ku balafir li gor saeta Tirkiyeyê di saet 12.00an de, winda bû û ji radarê derket. Li gor agahiyan di firokeyê de 142 rêwî û 6 wezîfedar hene.