Di çarçoveya mizakereyên nukleer de dê wezîrê karên derve yê Îran, Îngilistan, Fransa û Almanyayê di 29ê rêbandanê de, li Stenbolê bên bal hev.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyyîd Ebbas Arakçî, der barê hevdîtinên mizakereyê yên duh li Zurîha bajarê Swêdê di navbera nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropayê (YE) hatin kirin de axivî û got ku hevdîtin erênî derbas bûn.
Arakçi destnîşan kir ku mijarên mizakereyê "tevlihev in" û ji ber vê yekê pêkan nîne ku di demeke kurt de bigihêjin encamekê û her du alî mizakereyan bi cîdiyet didomînin.
Arakçî got ku ew êdî li ser hûrgiliyên mizakereyê radiwestin û wiha dewam kir: "Em êdî li ser mijarên girîng, bi taybetî jî li ser zêdekirina ûranyûmê disekinin."
Arakçi diyar kir ku tûra duyemîn a mizakereyên nukleer li Stenbolê bê kirin û got. "Di çarçoveya mizakereyên nukleer de dê wezîrê karên derve yê Îran, Îngilistan, Fransa û Almanyayê di 29ê rêbandanê de, li Stenbolê bên bal hev."
Endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê yên DYyê yên wek DYA, Rûsya, Çîn, Îngilistan û Fransa digel Almanya ku koma 5+1yê pêk tînin û bi Îranê re li ser mizakereyan axivîbûn lê negihiştibûn encamekê û mizakere taloqê 1ê tîrmeha 2015an kiribûn. Her wiha di vê çarçoveyê de di 17ê kanûn û 18ê rêbendanê de li Cenewreyê hevdîtin hatibûn kirin lê dîsa negihiştibûn encamekê.