ANKARA
Îngilistan, DYA û Bosna Hersekê, êrîşên PKKya rêxistina terorê yên li Hekarî û Îdirê, şermezar kirin.
Rîchard Mooreyê Serbalyozê Îngilistanê yê Enqereyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsî "Piştî bûyerên ku dawiya heftê qewimîn, îro jî li Îdirê polês hatin kuştin. Ez bi van xeberan xemgîn bûm. Divê ev şideta bêwate bê rawestandin."
Moore sersaxî da malbatên şehîdan û got "em hêvî dikin ku birîndar jî di demeke kurt de pak bibin."
Balyozxaneya DYAyê ya li Enqereyê jî êrîşa terorî ya ku PKKya rêxistina terorê li Daxlicayê li dar xist, bi rêya çapemeniya civakî şermezar kir. Ji balyozxaneyê hat ragihand ku DYA piştgiriyê dide Tirkiyeyê.
Di peyama ku ser hesabê fermî yê Twîtterê yê Balyozxaneyê hat weşandin de, cih dan van agahiyan: "Em êrîşa terorî ya PKKyê ya li Daxlicayê kir şermezar dikin û sersaxiyê didin malbatên cangoriyan. Em piştgiriyê didin têkoşîna dijî terorê ya Tirkiyeyê. Em cardin bangî PKKyê dikin da ku dev ji şidetê berde û vegere pêvajoya çareseriyê."
Elvîra Dîlberovîçê Wezîrê Federasyona Zanist û Perwerdeyê ya Bosna Hersekê, êrîşa terorê ya PKKya rêxistina terorê li Daglicayê li dar xist, şermezar kir.
Dîlberovîç daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku Xwedê rehma xwe li eskerên ku di êrîşê de cangorî bûn bike û serê malbatên wan sax bin.
- YEyê êrîşên li Îdir û Daxlicayê şermezar kir
Berdevkê Ewlekarî û Têkiliyên Derva yê YEyê Maja Kocîjancîc di civîna ku li Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) hat lidarxistin da êrîşên terorê yên li Tirkiyeyê nirxand û got, "Em bi tundî êrîşên terorê yên PKKyê şermezar dikin."
Kocîjancîc destnîşan kir ku ji ber bûyerên tundiyê yên ku li Tirkiyeyê diqewimin YEyê dixin fikaran, ji bo çareseriyeke mayînde divê hevdîtin dîsa dest pê bikin.
Kocîjancîc serxweşî da kesên ku di êrîşan da eqrebeyên wan mirin û got ku divê hikûmeta hilbijartinê ya berwext li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê giraniyê bidin ser xebatên xwe û zêde bikin.
Kocîjancîc bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di 2 salên ku derbas bûn da gavên gelek girîng hatin avêtin û wiha got: "Divê ev neyê windakirin. Ji bo pêşîlêbirîna şer û mirinan Pêvajoya Çareseriyê rêya herî rind e. Em piştgiriya xwe ya ji bo Pêvajoya Çareseriyê didomînin."