Berdevka Wezareta Parastinê ya DYAyê Elîssa Smîthê der barê li Sûriyeyê şerê di navbera DAEŞ û YPGyê û bi destê kurdan guherandina demografiya herêmê de wiha got: "PYD û YPGyê eşkere gotin yên ku ji Tel Ebyadê revîn dikarin vegerin û wê rêvebiriya bajêr bidin destê sivîlan. Ji ber van daxuyaniyan em kêfxweş in. Em bang dikin ku li ser soza xwe bisekinin."
Smîthê der barê mijarê di rojevê de pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
Li pirsa "Tê îdiakirin ku PYD û YPGyê li Tel Ebyadê ji 20 hezarî zêdetir tirkmen û ereb da koçkirin, dixwazin demografiya herêmê biguherînin?" wiha got: "Em li ser îdiayên bi vî rengî disekinin û ji terefan re dibêjin ku ev nayê qebûlkirin. Em ê îdiayan ji nêz ve teqîb bikin ka gelo rast in. PYD û YPGyê eşkere gotin yên ku ji Tel Ebyadê revîn dikarin vegerin û wê rêvebiriya bajêr bidin destê sivîlan. Ji ber van daxuyaniyan em kêfxweş in. Em bang dikin ku li ser soza xwe bisekinin. Em piştgiriyê didin ku ji bo yên vegerin Tel Ebyadê şert û merc bên hazirkirin."
Smîthê got komên ku li dijî DAEŞê şer dikin, digel çalakiyên hevkar divê ji bo parastina avahiyan û vegere penaberan jî şert û mercan ava bikin û wiha dewam kir: "Ji bo axa ku ji DAEŞê hatiye sitendin were parastin û îstiqrar çêbe, gavên wiha girîng in."
Smîthê diyar kir ku ji Îranê re jî wiha gotine: "Komên şiî yên milîtan îstiqrara welêt û pêşveçûna welêt xirap dikin, divê komên wiha dernekvin derveyî pergala ewlehiyê ya welêt û bi serê xwe hereket nekin."