Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) niqaşên ku polês li hemberî welatiyên reşik hov tevdigerin dewam dike û Washîngton Posta ku ji rojnameyên baş tê zanîn yek e hin dane weşand û ragihand ku li DYAyê polêsan di nav 5 mehên dawîn de nêzî 385 kes kuştin.
Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku herî kêm polêsan rojê 2 kes kuşt û ev jimar jî li gor salên berê du qat zêde bû.
Di rapora ku rojnameyê ji ser malpera xwe weşand de hat gotin ku çavkaniyên saziyên sivîl, qeydên polêsan û daneyên malperên nûçeyan wek çavkanî hatin hilbijartin û dane jî li gor wan hatin amadekirin.
Rojnameyê destnîşan kir ku ji kesên rastî êrîşa polêsan hatine piraniya wan kêmnetew in û hejmarê bi vî awayî da: "Ji kesên bi destê polêsan hatine kuştin 171 jê spî ne, 100 jê reşik in, 5 jê hîspank in, 6 ji wan asyayî ne, 3 yên din in û yên ku eslê wan nayê zanîn jî 31 in." Di nav kesên ku di 5 mehên dawîn de bi destê polêsan ve hatin kuştin de 20 jî jê jin in. Li gor agahiyên ku rojnameyê weşand ji sedî 80yî jinan li ser îhtimala ku bi wan re çek û yan jî kêr heye hatine kuştin. Di nav kesên hatin kuştin de li ser 49 kesan çek qet derneket û li ser 13 kesên din jî paşê derket holê ku amûrên bi wan re bûn pêlîstok bûn.
Di nav kesên hatin kuştin de 8 kes ji 18 saliyê biçûk in. Di nav 385 kesên hatin kuştin de temenê piraniya wan di navbera 25-34 salan de ye.
Heta niha polês bi tenê ji kûştina 3 kesan biqûsir hat dîtin.