Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê diyar kir ku li bakurê rojhilatê Nepalê erd bi lerza 7,3an hejiya.
Di daxuyaniya ku di malpera navendê da hat weşandin da hat diyarkirin ku tesîra erdhejê li Kadamanduya paytextê Nepalê û Delhiya Teze ya paytextê Hindistanê jî hat dîtin, navenda erdhejê 83 kîlometre dûrî Kadmantuyê ye û erdhej 18,5 kîlometre di bin erdê da qewimî.
Li Nepalê di 25ê nîsanê da jî erd bi lerza 7,8an hejiya bû û ji 8 hezarî zêdetir kes miribûn, 18 hezar kes jî birîndar ketibûn.