Welatiyên tirk ên ku li Amerîkayê dijîn ji bo hilbijartina giştî ya parlementeriyê ya heyama 25emîn rayên xwe dan û ray dayîn qediya.
Welatiyan li nunertiyên Washîngton, New York, Los Angeles, Chîcago, Houston, Boston û Mîamiyê rayên xwe avêtin sandoqan.
Li gor agahiya Balyozxaneya Washîngtonê ya Tirkiyeyê li Amerîkayê qasî 90 hezar û 745 hilbijêr hene.Ji van 17 hezar û 805 hilbijêran rayên xwe dan. Li gor vê agahiyê di hilbijartinê de ji sedî 19,6 beşdarî çêbû.
Li giştiyê Amerîkayê di 16ê gulanê de raydayînê dest pê kiribû.
Rayên ku hatine dayîn wê bi kuryeyên dîplomatîk ve bişînin Tirkiyeyê.