Li Bursayê di dewetekê de gule barandin ser dewetvanan, yek jê zarok 3 kes mirin.
Hin kesên nasnameya wan nediyar in li Taxa Hacivat a ser navçeya Yildirima ku li navenda Bûrsayê ye di dewetekê de gule reşandin ser dewetvanan. Di êrîşê de Serokê Federasyona Komeleyên Romamên Bursayê Efkan Ozçîmen û 8 kesên din birîndar bûn.
Welatiyên li cihê bûyerê bûn kesên birîndar rakirin Nexweşxaneyên Perwerdehî û Lêkolînê ya Şevket Yilmaz, Dewlet Mûradiye û Dewlet Çekîrgeyê.
Ji birîndaran Ozçîmen, zarokek û jineke ku rewşa wan xedar bû tevlî hemû mudaxaleyan çûn rehmetê.
Piştî bûyerê ekîbên polêsan ên ku li herêmê dest bi lêkolînê kirin li taxa Doganevlerê du êrîşkaran tevlî çekên wan qefaltin û ji bo qefaltina êrîşkarê din jî xebat didome.
Der heqê êrîşê de jêpirsîn dest pê kir.