ŞANLIURFA
Li Ceylanpinarê Guleya roketekê piştî fitarê ket zeviyeke garisan ya li Taxa Cimhûriyetê ya nêzî sînor. Şûkrû Kahraman (43) û zarên wî Mehmet (12) û Ahmet (23) jî birîndar bibûn.
Li gor agahiyan Şûkrû Kahraman piştî mudaxaleya ewilîn ya li Nexweşxana Dewletê ya CEylanpinarê sewqê Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan ya Şanliurfayê kirin û Kahraman li wir mir. Cenazeyê Kahraman anîn navçeyê û di qebristana Şaredariyê de hat definkirin.
Hat ragihandin ku rewşa Mehmet û Ahmet Kahramanê ku tên tedawîkirin baş e.