Karnameyên xwendekarên welatiyên Sûriyeyê yên ku li Dibistana Melekê ya li Nisêybîna navçeya Mêrdînê perwerdeyê dibînin, li sînor hatin belavkirin.
Midûra Dibistanê Nadîa Ezîzê got ku heta pola 7emîn perwerdeyê didin û li dibistana ku 215 xwendekarên wê hene dereng dest bi perwerdeyê kirin ji ber vê yekê jî di betlaneya nîvê salê de dereng ketin.
Ezîzê got ku bi xeyala ku dê rojek vegerin welatê xwe dijîn û axafrina xwe wiha berdewam kir:
"Ez ji ber ku me karnameyên xwe belav kirin, kêfxweş im. Me bi kelecaniya karnameyê hemû zehmetiyên xwe ji bîr kirin. Daxwaza me ew e ku em bi diyariyeke baş vegerin axa xwe. Ev diyarî jî bê berdêl perwerdekirina zarokên me ne. Îro hemû hîndekarên me yên ku li dibistana me peywirdar in bi awayekî dilkirî xizmetê didin. Înşallah em dê hemû bi hev re welatê xwe ava bikin."
Ezîzê da zanîn ku dibistan li sînor e û got ku "Em 10 metro dûrî welatê xwe ne. Me ji bo ku ev karname bi watedartir bin li kêleka sînor belav kirin."
Xwendekaran piştî belavkirina karnameyab stranên kurdî û erebî gotin.