Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd Adel Evdilah ve Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Somalî û Tirkiyeyê vekir.
Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Somalî û Tirkiyeyê ya ku xwedî 200 nivînan e li Mogadişiuyê ji hêla TÎKAyê ve hat çêkirin. Jina Serokomar Erdogan Emîne Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglu beşdarî merasima vekirinê bûn.
Li gor peymana ku di nav herdu welatan de hat îmzekirin Wezareta Tenduristiyê 5 salan wê bi pisporan û pereyan ve piştgiriyê bide vê nexweşxaneyê. Piştî 5 salan wê bê pere dewrî Somaliyê bê kirin.
Ji meha îlonê vir ve nexweşxane vekiriye û ji mijdarê vir ve jî emeliyat tên kirin. Texmînî butçeya vê nexweşxaneyê 135 milyon û 734 hezar û 468 dolar e. Tirkiye wê di nav 5 salan de 85 milyon û 650 hezar û 145 dolaran alîkariyê bike, lê hikûmeta Somaliyê wê tu alîkariyê neke.
Di nexweşxaneyê de niha 52 xebatkarên tirk û 91 jî xebatkarên herêmî dixebitin. Ji bo ewlekariyê jî 40 kesên ji herêmê û 5 jî tirk bi hev re dixebitin.