ANKARA
Serokomar Erdogan wiha got: "Kesên zen dikin ku wê bi çalakiyên terorê yekîtî û bihevrabûna vî miletî xerab bikin, zirarê bidin yekparetiya welatê me, bersiva ku heq dikin hildidin û wê tim bersiva ku heq dikin hildin. Divê ez vê yekê eşkere bibêjim, ev operasyon wê dewam bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Civîna Mixtaran de axivî.
Serokomar Erdogan der barê Zekeriya Oz û Celal Karayê ku revîn Ermenistanê da wiha got: "Yên ku biryarên xedar dan, niha ji ser Gurcistanê ra direvin Ermenistanê. Ji wir jî Xwedê dizane wê birevin ku derê, ev meseleyeke din e. Em jî wek Tirkiye wan teqîb dikin. Hûn dizanin, qismek li Romanyayê hatin qefaltin. Yên din jî wê teqez li derekê bên qefaltin. Wê bi çepilê wan bigirin û bînin vir û hesabê tiştên ku kirin, bidin."
- "Di bêbextiyê dea sînoran nas nakin"
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe de bal kişand ser bûyerên terorê yên dawîn û wiha axivî: "Çalakiyên dawîn nîşan didin ku rêxistina terorê û alîgirên wê bêbext in û di bêbextiyê de sînoran nas nakin. Di vê pêvajoyê de em şahidiyê li hevkariyên qirêj û biîbret dikin. Li Tirkiyeyê yên ku dixwestin dewleta paralel ava bikin, niha em dibînin ku bi rêxistina terorê re di heman rêyê da ne."
- "Operasyon wê dewam bikin"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku dixwazin nehêlin Tirkiye bigihêje armancên xwe yên sala 2023yan û wiha dewam kir: "Çi digotin, digotin 'em ê nehêlin tu bibî serok.' Di rastiyê de dixwazin bi vê gotinê nehêlin Tirkiye bigihêje armancên xwe yên sala 2023yan. Gelê me jî vê baş dizane. Yên ku niha dibêjin 'bila dewlet çekan neteqîne,' do jî ji rêxistinê (PKK) re digotin 'tu çima şer nakî, çima çekan nateqînî.' Lewra ev derdor şer, can û xûnê dixwazin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku wê nikaribin yekîtî û bihevrabûna vî miletî xerab bikin û wiha xeberda: "Kesên zen dikin ku wê bi çalakiyên terorê yekîtî û bihevrabûna vî miletî xerab bikin, zirarê bidin yekparetiya welatê me, bersiva ku heq dikin hildidin û wê tim bersiva ku heq dikin hildin. Divê ez vê yekê eşkere bibêjim, ev operasyon wê dewam bikin."
- "Divê betonê birêjin ser çekan"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hemû terorîst derkevin derveyî welêt û wiha got: "Hemû terorîst an wê welatê me terk bikin an jî wê van çekan çal bikin û betonê valakin ser. Em ê jî ciyê wan (çekan) tesbît bikin. Heta ku her cure rêxistinên paralel neqedin jî ev têkoşîn wê dewam bike."
Serokomar Erdogan diyar kir ku bi kesên piştgiriyê bidin Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî em ê derkevin rê û wiha got: "Kesên ku piştgiriyê bidin Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî, em ê bi wan re vê projeyê bimeşînin. Rêxistina cudaxwaz û partiya ku xwe dispêre wê, berpirsiyariyên xwe bi cî neanîn. Berovajiyê vê her tim bi îstismar û tehrîkan ve xwe daye aliyê şidet û zextê. Lewra derew ji bo van kesan meseleyeke îtîqadî ye."
- "Îradeyeke xurt a siyasî lazim e"
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe de wiha got: "Pirsgirêkên li ber Tirkiyeyê hewcedariya bi îradeyeke siyasî ya xurt nîşan dide. Heger kîjan rê ji bo çareseriyê lazim be, ez wê hêvî dikim. Taybetiya herî girîng a siyaset û demokrasiyê ew e ku her dem çareseriya li gor îradeya gel derdixe pêş."
- "Xeberdana min berevajî dikin"
Serokomar Erdogan bal kişand ser bûyerên Kobanêyê û Sirûcê û wiha got: "Ez dixwazim rastiya van bûyen bibêjim û gel re parve bikim. Wekî hemû herêmên Sûriyeyê, Tirkiyeyê hewl de ku Kobanê ji bin zilma rejim û rêxistina terorê DAEŞê derkeve. Xeberdana min berevajî dikin. Bi saya me Artêşa Sûriyeya Azad derbasî Kobanêyê bû. Ev têr nekir, pêşmerge ji Bakurê Iraqê ji ser axa me derbasî Kobanêyê bûn. Ev bi saya me çêbûn. Ev bi destê rêxistina terorê ya PKKyê nebû."
Serokomar Erdogan diyar kir ku pevçûn bi dewletê dest pê nekirin, bi destê rêxistina terorê dest pê kirin û wiha dewam kir: "Ji vir û pê de êdî ne dewlet ne jî hikûmet tawîzan nade. Lewra çi hewce dikir, hatin kirin. Heta ku rêxistina terorê dev ji çekan bernede, milîtanên xwe dernexe derveyî welêt, partiya di bin tesîra rêxistinê de gef û şidetê neterikîne û derbasî aliyê demokrasiyê nebe, wê dewlet bi hemû hêzên xwe gelê xwe biparêze û çi lazim be, bike. Li nav welêt û li derveyî sînor em ê midaxeleyî rêxistina terorê bikin. Hevkariya bi rêxistina paralel re jî nikare vê asteng bike."