Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çû ziyareta malbata şehîd Hamza Yildirim û sersaxî da wan.
Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk û Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar û Wezîrê berê Bekîr Bozdag jî bi Erdogan re çûn ziyareta malbatê.
Piştî sersaxiyê dema Erdogan ji malê derket ku here welatî ku li ber derî kom bûn slogan "Şehîd namirin, welat perçe nabe" berz kirin û tekbîr anîn.
Xebatkarên ewlehiyê dema ku ji bo leşkerên Fermandariya Tugaya Piyade ya Bimotora 6emîn a Hêzên Bejayî (Şirnex/Akçay) ji îznê dizivirin di rê de tevdîrên ewlehiyê distandin, êrîş li wan hatibû kirin û Piyade Usttegmen Îbrahîm Tanriverdî, Piyade Onbaşî Hamza Yildirim, Piyade Leşker Omer Kaan Demir şehîd bûbûn.