Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber 30yê Tebaxê Cejna Serkeftinê li Kuliyeya Serokomariyê resepsiyonek da û cejna welatiyên ku beşdarî resepsiyonê bûn pîroz kir.
Erdogan got ku ji bo ku Tirkiye di nav 10 aboriyên herî mezin ên dinyayê de cih bigre ew ê her tim bixebitin û dev ji vê armanca xwe ya edebî bernedin.
- "81 bajarên me ji her yek perçeyekî Tirkiyeyê ye û jê venaqete"
Serokomar Erdogan behsa bûyerên terorê kir û wiha axivî: "Dewleta Komara Tirk xwedî hêz, biryar û îmkanan e ku çawa heta îro xebitî, wê piştî vê jî hemû astengiyan ji holê rake. Ji bo vê jî tişta herî girîng a ku hewcedariya me pê heye yekîtî û hevrabûna gelê me ye. Divê em hişkehişk xwedî li biratiya xwe derkevin. 78 milyonê ku li vî welatî dijî her yek xwedî mafên wekhev e. 81 bajarên me ji her yek perçeyekî Tirkiyeyê ye û jê venaqete. Me ne ji dev welatiyekî xwe berda û ne jî dev ji bihûstek axa xwe. Em ê dev jê bernedin jî. Ji bo vê bi îzna Xwedê emê ji hemû dafikên ku tên danîn, lîstikên ku tên lîstin û fitneyên ku diavêjin holê bifilitin."
Serokomar Erdogan: "Komara Tirkiyeyê necihê talankera ye. Wê ceza û berdêla wî bidin"
Piştî axaftinê Erdogan li ser telefonê û bi dîmen bi leşkerên li hundirê welêt û derveyî welêt re axivî.
Erdogan der barê xebat û wezîfeyên wan ji leşkeran agahî hilda û cejna wan pîroz kir.