Li Tirkiyeyê gelek herêman her çend berf û bager hebe jî, li navçeya Paloyê te bêjî bihar hatiye.
Li giştiyê welêt berf û bager e û welatî tengasiyê dikşînin, lê li Palûyê hewa germ e.
Li navçeyê germahiya hewayê derket 12 pileyan û çîçeka newrozê kulîlk vekir û mizgîniya biharê anî.
Welatiyên ku kêfa wan ji wênekişandinê re tên jî di vê hewaya xweş de makîneya xwe hildan ku wêneyên çîçeka newrozê bikşînin.