Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek der barê niqaşên lêborînê yên Dêrsimê de wiha axivî: "Ez bi şexsê xwe tercîh dikim ku îro û pêşerojê binêhêrim. Li pêş me gelek karên ku divê em bikin hene. Ji bûyerên berê jî helbet divê ders bên girtin. Divê em dersê bigrin."
Çîçek di meclisê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Rojnamevanan bi bîr xistin û gotin ku bang li Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu tê kirin ku bila ew jî ji bo Dêrsimê lêborînê bixwaze.
Çîçek li ser vê wiha axivî: "Heke tiştekî ku bê kirin hewce bike divê muxatabên vê di vê mijarê de biryarekî hevpar bidin. Raya giştî ji xwe vê dinirxîne. Ji bilî vê şîrovekirina min hewce nake. Ez bi şexsê xwe tercîh dikim ku îro û pêşerojê binêhêrim. Li pêş me gelek karên ku divê em ji îro ve plan bikin hene. Ez bi şexsê xwe tercîh dikim ku em bi van re eleqedar bibin. Ji bûyerên berê jî helbet divê ders bên girtin. Divê em dersê bigrin."
Çîçek li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî. Çîçek got ku wî der barê vê mijarê de çend sal berê civîneke çapemeniyê li dar xistibû û wê demê her kesî wiha gotibû: "Serokê meclisê çima bi vê meseleyê re eleqedar dibe, bila karê xwe binêhêre. Ev jî ji ku derket?"
Çîçek wiha axivî: "Wan daxuyaniyan, wan mijarên ku wê demê min anîbûn rojevê binêhêrin. Îro dema em wan û asta ku em niha gîhiştine dinêhêrin dibînin ku di hin mijaran de hatin ser ya min. Mijara terorê mijara herî girîng e. Di vê de dudilî tune. Ev pirsgirêkeke dewletê ye. Divê em bi vî awayî meseleyê binêhêrin. Ji ber ku em wiha lê nanihêrîn ev niqaş çêdibin."