Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî li Parîsa paytextê Fransayê ji bo cejna Newrozê resepsiyon da.
Direktora Giştî yê UNESCOyê Îrîna Bokova, nûnerên daîmî yên Tirkiye, Azebeycan, Efganistan, Hindistan, Iraq, Îran, Kazakistan, Pakistan, Tacikistan, Tirkmenistanê yên UNESCOyê, delegasyonên dewletan û gelek mêvan beşdarî resepsiyonê bûn.
Îrîna Bokovaya Direktora Giştî yê UNESCOyê di merasimê de axivî û diyar kir ku cejna Newrozê diyalog û piştgiriya navneteweyî xurt dike û wiha axivî: "Newroz peyama herî mezin a Asya dipêçe ye. Em ji bo Newrozê sembolîzemeke hevpar dijîn. Ku pêşiyê zivistan hebe her tim biharê jî hebe. Her tim hêvî heye."
Piştî nanê resepsiyonê Serbalyoz Huseyn Avnî Botsaliyê Nûnerê Daîmî yê UNESCOyê yê Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku UNESCOyê di sala 2009an de Newroz wek mîrata çandê qeydî lîsteya xwe kir. Botali got ku cejna hemû gelan pîroz dike û daxwaza wî ew e ku hizûr hebe.