07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
PARÎS
Li Parîsa paytexta Fransayê li banliyoya Saînt Denîsê di awahiyekê 4 kat da şewat derket. Di encama şewatê de 5 kes mirin, jê 2 giran bi tevahî 11 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Seînt- Saîntê Denîs Phîlîppe Gallî daxuyaniyek da qenala BFMê û got lêpirsîna der barê sedema şewatê hê didome. Hat diyarkirin ku ji birîndaran 3 kes jî xebatkarên îtfaiyê ne.
Rayedar texmîn dikin ku şewat an ji ber kaçaxa xazê an jî ji ber teqîna tupê derketiye.