Li Parîsa paytexta Fransayê hejmara kesên ku di êrîşa çekdarî de mirin derket 12yan. Konseya Îslamê ya Fransayê bûyer şermezar kir.
Dozgeriya Parîsê diyar kir ku 2 jê polês 4 jî xebatkarên kovarê bi tevahî 12 kes mirin û 3 kes jî bi awayekî pir xedar birîndar in.
Ji ber vê êrîşê li Qesra Elyseeyê bi awayekî deresayî civîna qeyranê hat kirin û Serokwezîriyê jî danezanek weşand.
Di danezanê de hat gotin ku ji navendên danûstendinê bigrin heta avahiyên rojname û televizyonan û hemû wesaîtên komî de tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û ji xelkê jî hat xwestin ku bila hay ji xwe hebin.
Konseya Îslamê ya Fransayê êrîşa ku li ser kovarê hat kirin bi awayekî tund şermezar kir û xwest ku bila êrîşê nekin stûyê misilmanan.
Ji bilî konseyê, Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê jî êrîş şermezar kirin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daxuyaniyek weşand û got: "Ev çalakiyeke pir harbûyî û êrîşeke erjeng e ku li hember azadiya çapemeniyê hatiye kirin."
Serokê Komîsyona YEyê Jean-Claûde Jûncker jî diyar kir ku bi êrîşê hemû mirovahî û xelkê ewropayê wek hedef hat diyarkirin.