Hat îdiakirin ku li Fransayê dibistanek nahêle ku keçikên misilman cil û bergên dirêj li xwe bikin. Tê gotin ku dibistanê ji bo wan "odeya îknayê" amade kiriye ku ew car din fistanên dirêj li xwe nekin.
Li Fransayê rêvebiriya Koleja Leo-Lagrange de Charlevîlle-Mezîeresê destûr neda xwendekar Sarah K. yê ya ku ji eslê xwe ji Cezayîrê ye ku ew etek an jî bi fîstanê dirêj ve were dibistanê.
Piştî vê biryarê Gulsum O.ya welatiyê Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku rêvebirên dibistanê nehîştine qîza wê Saliha jî bi vî cil û bergên dirêj ve here dibistanê.
Gulsum O. got ku wê bi parezerekî re hevdînitek kiriye û hîn bûye ku heqê wan tune ku ew wisa tevbigerin.
Gulsum O. wiha axivî: "Dema em çûn dibistanê min ji xwendekarên misilman pirsî ku mijar çî ye. Xwendekaran got ku rêvebiriya dibistanê der barê cil û bergan de tund tevdigere. Gelek xwendekarên sergirtî gotin ku cudakerî li wan tê kirin. Lê serê qîza min vekiriye. Min ji mîdûrê Maryse Duboîs pirsî çima wisa tevdigerin. Wî ji min re got ku ji cihê payebilind ji wan re fermaneke nivîskî hatiye û ew mecbur e wiha tevbigere. Min xwest ku ew wê fermanê nîşanî min bide, lê qebûl nekir û pirsên min nebersivand."
- "Odeya Îzolekirinê"
Gulsum O. got ku midûr Duboîs ji wê re gotiye ku ew keçikên misilman yên ku israr dikin ku cil û bergên dirêj li xwe bikin, dixin odeyeke îzolekirinê ku heta ew dev jê berdin û li xwe nekin.
Gulsum O. wiha dewam kir: "Midûr ji min re got ku 'em hê biînsaf tevdigerin'. Ez li hember van gotinên wî metel mam. Min çiqas zor da jî ew ferman nîşanî min neda."
Nûçegihana AAyê ji rêvebirê Lijneya Teftîşa Perwerdeya Neteweyî ya Reîmsê pirsî ku ev mijar çi ye. Lê rêvebirê saziyê got ku haya wan tiştekî wiha tune.
Midûrê dibistanê nexwest ku nûçegihana AAyê bi wî re hevpeyvînê bike û li hember van îdiayan bê deng ma.