DAKKA
Jimara kesên ku di erheja li Nepalê ya ku îro bi lerza 7,3 li bakurê rojhilatê Nepalê çêbû de mirin, derket 60 kesî.
Wezareta Karên Navxweyî yên Nepal û Hîndistanê eşkere kirin ku li Nepalê di erdhejê de 42 kes li Hîndistanê jî 17 kes mirin, li Tîbetê jî kesek mir û di erdhejê de hezar û 117 kes jî birîndar bûn.
Navenda erdheja ku 83 kîlometro li rojhilatê Katmanduya paytextê qewimi, 18,5 kîlometro di bin erdê de çêbibû. Du hefte beriya niha jî li Nepalê erdhejeke mezin çêbibû. Li welêt di 25ê nîsanê de di erdheja ku bi lerza 7,8 çêbibû de ji 8 hezarî zêdetir mirov miribûn, nêzî 18 hezarî jî mirov birîndar bibûn.
Saziyên arîkariyê yên li welêt ditirsin ku rewşa mirovahiyê ya li welêt ya piştî erdheja 25ê nîsanê xirabtir be.