XEZZE
Bi minasebeta salvegera 67emîn ya Nekbeyê (Felaketa Mezin) ku Îsraîlê wê demê filistînî tehcîr, îşkence û qetil kirin, li Xezzeyê pêşangeha resman hat vekirin.
Midûrê Daîreya Hunerê ya Wezareta Çandê Atif Asgul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, pêşangeha ku li Meydana Eskerên Meçhûl bi destê wezaretê hat vekirin, behsa zilma ku di 1948an da anîn serê filstîniyan dike.
Asgul wiha got: "Em bi vê pêşangehê dixwazin vê peyamê bidin Îsraîlê ku 'filistînî wê êş û kedera ku kişandin, axa xwe û mafên xwe yên vegerê jibîr nekin'. Her wiha em nifşa nû tenbe dikin û haya wan pê dixin ku çeteyê Îsraîlê bi darê zorê axa me ji me standin."
Asgul destnîşan kir ku filistînî wê dest ji mafê vegera axa xwe nekşînin û wiha got: "(Mirov) nikare ji axa welatê xwe tawîzê bide."
Ji ber ku Îsraîlê di 14ê gulana 1948an da axa Filistînê dagir kir, li ser wê axê damezrandina "dewleta cihûyan" îlan kir û filistînî bi darê zorê ji da koçkirin, filistînî her sal 15ê gulanê wek Nekbe (Felaketa Mezin) bi bîr tîne. Îsraîl jî salvegera xwe 23yê nîsanê qebûl dike û di vê rojê da damezrandinê pîroz dike.
Li gor rapora ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1950î de weşand, nîvê zehfê nifûsa filistînê ya wê demê (957 hezar kes) mecbûr ma û welatê xwe terk kir û bûn penaber.
Li gor daneyên Buroya Îstatîstîka Nevendî ya Filistînê, ji sedî 85 axa Filistîna tarîxî vê gavê di dagirkeriya Îsraîlê de ye. Tenê ji axa Filistînê ji sedî 15 di destê filistîniyan de ne. Îsraîlê di sala 1967an de Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava dagir kir û li van deran xebatên înşaatan dewam dikin ku cihûyan bi cih bikin.