DIYARBAKIR
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ji bo Pêvajoya Çareseriyê wiha got: "Em ji bo çareserkirina vê meseleyê bi biryar in. Em bi biryar in ku dawî li şerê birayan bînin. Em dixwazin ku li çiyayan, li navend û navçeyan bajaran aramî û aştiyê bi cih bikin. Em ji bo vê yekê pir diêşên. Ji bilî me jî tu kes nikare vî karî bibe serî, em ditirsin yên ku piştî me werin carek din dest biavêjin çekan."
Alîkarê Serokwezîr Arinç, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker beşdarî merasima hîmdanîna Bendava Erxenî û Çermûg Kaleyê bûn.
Arinç destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hewcedarî bi çareseriyê siyasî heye û wiha pê de çû: "Em li Pêvajoya Çareseriyê ya ku heta îro tu hikûmet lê xwedî derneket, derketin. Em bi polês, esker, çek û cendermeyan ve bi terorê re têkoşiyan lê tu encam jê derneket û teror neqediya. Bi hezaran însan mirin bi sedan kes cangorî bûn. Ne derketina serê çiyê kêm bû û ne jî ji çiyayan daketin kêm bû."
- "Em li Pêvajoya Çareseriyê xwedî derketin"
Alîkarê Serokwezîr Arinç ragihand ku heta îro ji bilî wan tu kes newêribû di ser vê meseleyê de evqas biçe û wiha dewam kir: "Ji desthilatdariyê dûr ketin jî me anî ber çavê xwe. Tevlî hemû gefan ji bo sepandina 'Pêvajoya Çareseriyê, Vekirina Demokratîk, Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî' em ji qirarê xwe de nehatin xwarê. Hemd ji Xwedê re em bi serketin û ev du sê salin ku cinaze êdî nayên."