08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
HELEB/ÎDLIB
Hat ragihandin ku firokeyên cengê yên artêşa ûris li Îdlib û Heleba Sûriyê bi bombeyên xar û fosforê êrîşî bajarok û navçeyên di destê muxalifan da kirin û di encamê da 2 zarok hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirt, jetên ûris li bakurê Helebê bajarokê Kefr Hemra û navçeya Hreyatanê bi bombeyên fosforê êrîşî jîngehan kirin, bi bombeyên xarê va jî êrîşî navçeya Maarret en-Numan a Îdlibê kirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku di êrîşa dijî Maarret en-Numanê da 2 zarok mirin, 6 kes jî birîndar bûn, di êrîşa dijî bajarokê Kefr Hemra û navçeya Hreyatanê da jî gelek kes birîndar bûn.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku di êrîşa dijî bajarokê Kefr Hemrayê da hin wesayît û xanî şewitîn, ekîbên parastina sivîl û agirkujiyê şewat vesandin.