Hat ragihandin ku li Sûriyeyê yekîneyên rejimê, êrîşên hewayî birin ser herêmên di kontrola mixalifan de yên ser Helebê, di êrîşan de 7 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Ala Mihemedê ji tîma parastina sivîl a li Helebê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, bi firokeyên artêşê û bi bombeyên warîlê êrîşê herêma Qadî Esker a di kontrola aliyê dijî rêvebiriyê de ye, kirin.
Mihemed got ku li gor agahiyên ewil, di bûyerê de ji heman malbatê 7 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Mihemed got ku bi makîneyên kar enqazê radikin û wiha dewam kir. "Esed, her roj êrîşê dibe ser cihên lê sivîl dimînin. Di êrîşan de sivîl dimrin."