Hat ragihandin ku firokeyên artêşa Sûriyeyê bi bombeyên warîlê êrîşî bazara heywanan a li bajarê Hesekêyê kirin û di êrîşê de 65 kes mirin.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku firokeyên artêşa Sûriyeyê bi bombeyên warîlê êrîşî bazara heywanan a li gundê Xansêyê kirin.
Dan zanîn ku di êrîşê de 65 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn û wiha hat gotin: "Di encama êrîşa bibombe de bazar bû gola xwînê. Ji ber bombeyên ku perçe perçe bûn cesed nayên naskirin. Di nav kesên ku mirin de jin û zarok jî hene."
SRGCyê destnîşan kir ku birîndaran rakirin nexweşxaneyên li herêmê û li gor SRGCyê ev êrîş "qetlîamek" e.