Berpirsiyarê Çapemeniyê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Fellûceyê Ehmed eş-Şamî Casim got ku "Artêşa Iraqê li Fellûceyê hin herêmên ku li wir avahî hene, bombebaran kir. Di bombebaranê de 2 ji wan zarok 9 kes mirin, 3 ji wan zarok û 4 jê jin bi tevahî 13 kes jî birîndar bûn."
Casim got ku operasyonên hêzên artêşê yên li Fellûceyê ev nêzî 4 mehan e ku berdewam dikin. Jimara kesên ku di van operasyonan de mirin gihêşt 28an, jimara birîndaran jî gihêşt 1251an.
- Artêşê hê der barê bûyerê de tu daxuyanî neda
Li hember hikûmeta Nûrî el-Malikî protesto hatibûn kirin û yekîneyên artêşê jî mudaxaleyî protestoyan kiribû. Li ser vê yekê jî di serî de bajarên Fellûce û Ramadiya girêdayî wilayeta Enbarê li gelek bajaran di navbera leşker û komên çekdar de pevçûn derketibûn.
Artêşa Iraqê bi hinceta ku li bajarê Fellûceya girêdayî Enbarê ye endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hene opersayon li dar dixe, lê belê kesên li herêmê ev îdia derew derdixînin.