"Heke ji bo ku rêveberiya Misrê bi dest bixim bixebitîma minê wê çaxê hem ji xwe re hem jî ji îradeya gel re bêrêzî bikira. Daxuyaniya min a 3yê tîrmeha 2013an eşkere ye. Di wê tarîxê de tu kesî ji min re negot lê belê min Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Adîl Mansur kire Serokomarê berwext. Paşê jî min got "Ji bo min ji îradeya misriyan re rêz nîşandan ji rêveberiyê bi rûmettir e."
Sîsî diyar kir ku bi xwestina gel bûye namzedê serokomariyê û wiha axivî: "Bicihanîna fermana gelê Misrê wezîfeya her kesî ye. Li welêt otorîteya herî bilind welatî ne."
Ji Sîsî pirsîn ku di dahatûyê de tiştê herî girîng dê çi be Sîsî got "di dahatûyê de tiştê herî girîng dê îstiqrar û ewlekarî be". Sîsî destnîşan kir ku ew ê bi alîkariya polêsan ewlekariyê bi dest bixin.
Sîsî pirseke der barê bûyerên 3yê tîrmehê de wiha bersivand: "Rêvebirekî Îxwanê ji bo ku rewşê binirxîne hat bi min re 45 deqiqeyan axivî. Bi tiliyên xwe ve nîşanî min da û got ku hin kesên ji Sûriye, Efganistan û Libyayê dê li dijî artêşê şer bikin. Min jî jê re got heta ku ez hebim tu carî destûrê nadim ku tu kes mirovan bide tirsînê. Misrî li dijî tirsandinê mirinê didin ber çavê xwe. Her kî ku li dijî artêşê bi çekan ve têkeve şêr ez ê wana ji ser erdê paqij bikim."
Sîsî got: "Heta niha 2 caran li dijî ji min suîqest kirin lê belê ez natirsim. Lewra ecel di destê Xwedê de ye."
"Di dema serokomartiya min de Îxwan dê ji holê rabe"
Sîsî îdia kir ku Îxwanê bendewariya gel bi cih neaniye û wiha got: "Îxwan ji ber çavên misriyan reş bû. Di navbera vê pirsgirêkê û şexsê min de tu têkilî tune. Bi Îxwanê re tu carî lihevhatin tune. Îxwan ehmeqiya dînî û siyasî dike. Di dema serokomartiya min de Îxwan dê ji holê rabe."