Yekemîn Serokomarê hilbijartî yê Misrê yê bi derbeya leşkerî ji kar hat dûrxistin Mihemed Mursî got: " Divê hemû kes ji bo meşrûiyeta bi destê derbekaran ve hat dizîn hewl bide da ku ji wan bistîne. Em ê wek rojên berêvegerin."
Çavkaniyeke ewlehiyê agahî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku Mursî li girtîgeha Bûrcû'l-Ereb a li Îskenderiyê tê girtin, ji hêla tenduristiyê ve hatiye kontrolkirin, bi bijîşkê xwe re sohbet kiriye, ji rêvebiriya girtîgehê hin tişt xwestine, morala wî baş e û ji hêla tenduristiyê ve jî tu pirsgirêka wî tuneye.
Çavkaniya ewlehiyê diyar kir Mûrsî bi bijîşk re sohbet kir û wiha got: "Serokomarê meşrû yê Misrê ez im. Divê hemû kes ji bo meşrûiyeta bi destê derbekaran ve hat dizîn hewl bide da ku ji wan bistîne. Tu eleqeya Îxwanê bi bûyerên tundiyê û teqînan re tuneye. Îxwan nakuje. Wezîrê Karên Derve Îbrahîm û yên di bin emrê wî de ji bo dilê milet ji Îxwanê sar bikin û milet jê bidin tirsandin serî li van rêyan dan. Ev perçeyek ji planên daxistina desthilatdariyê ye. Lê belê em ê wek rojên berê vegerin."
Peywirdarê Saziyê da zanîn ku deh rojên ewil ji bo dîtina Mursî dê serlêdanan qebûl nekin, Mursî û erkdarên Îxwanê ên di heman girtîgehê de jî dê nikaribin hevdu bibînin.
Piştî derbeyê 4 mehan kesî nizanibû ku yekemîn Serokomarê hilbijartî yê Misrê Mursî li ku derê tê girtin û piştî ku bi îdiaya "Ji bo kuştina xwepêşandêran li ber Serokomariyê teşwîq kirin" cara yekemîn derxistibûn dadgehê û pişt re sewqî girtîgeha Bûrcû'l-Ereb a li Îskenderiyê kirin.