Dîmenên dawî yên Esma el-Bîltecî ya ku ji aliya hêzên ewlehiyê yên Misrê ve li meydana Rabîatul Adewiyeyê di mudaxeleya li ser derbenexwazan de hate kuştin derketin holê.
Di dîmenan de tê dîtin ku gava Esma birîndar dibe, li meydanê wê radikin Nexweşxaneya Sahrayê. Di dîmenên ku cara ewil derketin holê de tê dîtin ku Esma, ji aliyekî ve ji ber şewtê li ber xwe dide ji alîkî ve jî dia dike.
Di dîmenan de li ser çardarê serûm li milê Esmayê hatiye giredan û peywirdar hewl didin ku xwîna wê bisekinînin. Di vê demê de Esma li ser hişê xwe ye lê piştî 50 saniyeyî rihê xwe teslîm dike.
Tê dîtin ku kekê Esmayê Ammar, di wan demên dawîn de xwişka xwe tenê nahêle.
Esmaya ku bû sembola berxwedana derbenexwazên Misrê hêj 17 salî bû û mirina wê gelekî deng dabû. Bavê wê Prof. Dr. Muhemed el-Bîltecî ku yek ji rêberên Îxwanê ye jê re nameyek nivîsandibû û vê yekê bi mîlyonan mirov xemgîn kiribû.