Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), serjêkirina Davîd Haînesê welatiyê îngilîz "şermezar" kir.
Haînesê ku di saziya alîkariyê de wezîfedar bû, ji aliyê milîtanên DÎŞIyê ve hat serjêkirin.
Berdevkê Serokê HKIyê Mesut Barzanî, Umît Sabah daxuyaniya nivîskî da û di daxuyaniyê de wiha got: "Ev salek bû ku DÎŞIyê Haînes dîl girtibû. DÎŞIyê ji tu nirxên însanî, olî û exlaqî re rêz negirt û ew bi hovîtî kuşt. Em DÎŞIyê şermezar dikin."
Sabah got "Ji bo DÎŞI ji holê bê rakirin, divê civata navnetewî bi lez û bez dest bi xebatan bike."
Haînesê 44 salî yê li Pertha bajarê Îskoçyayê ji dayik bû, di adara 2013an de, ji Sûriyeyê hatibû revandin. Herwiha DÎŞIyê serê rojnamegerên amerîkayî Steven Sotloff û James Foley jî jêkiribû.